Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê Partiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîrî got, “Hevserokên me û 10 parlamenterên me 306 roj in bi awayekî bêhiqûqî bi fermana desthilatdariya siyasî dîl dîl hatine girtin. Hîn Selahattîn Demîrtaşî nehatiye darizandin. Edaleta derengmayî ne edalet e.”
Baydemîr ji bo ku derbarê parlamenterên wan ên girtî de bi serokê dadgehê re hevdîtinê bikin li gel Berdevkê Meclîsa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Wekîlê Serokê Komê Ahmet Yildirim û Parlamenter Garo Paylan û Meral Daniş Beştaşê çû DDByê. Baydemîrî li vir axivî û got, “Ji bo ku daraz li ber otorîteya siyasî serê xwe netewîne em li vir in”.
“Îro tenê sedemek me heye ku em hatine ber DDByê û me li vir dest bi hewleke bêdem kiriye; ew jî daxwaza edaletê ye.”
Heyeta HDPyê piştî li ber avahiya Dadgehê daxuyanî da, daxwaza hevdîtinê ji Serokê Dadgehê kir. Paşê jî di nava Dadgeha Destûra Bingehîn de dest bi Nobeta Wicdan û Edaletê kir.
Baydemîrî di axavtina xwe de got, “Vîn û mafê hilbijirîn û hilbijartina şeş milyon û nîv mirovan dijraberî Destûrê hatiye rapeçkirin” û bibîrxist ku Hevserokên wan ên Giştî û 10 parlamenterên wan 306 roj in ji azadiya xwe bêpar in.
“Hîn daneşîna dosyeya Selahattîn Demîrtaşî nehatiye çêkirin. Edaleta derengmayî ne edalet e. Bi derengxistina edaletê re mudaxeleya darazê tê kirin.” (YY/FD)