Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Serokomarê Fransayê Emmanûel Macronî got, jiyana serokatiya cihanê ne ewqasî bifors e. Macronî ji bo wê jî ew mînak da ku neçar e her ji deh rojan carekê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî re biaxive.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Reutersê, Macron ji kovara Le Point a Fransayê re axiviye. Macronî li ser pirsa “ew hewl dide bibe zarokê ‘bifors’ (cool) ê qada cîhanê?” wiha got; “Qada cîhanê ne ewqas ‘bifors e’ (cool)”.
Gava ji Macronî hat xwestin ku mînakekê ji bo vê bide, Wî got, “Ez ew kes im ku neçar e her ji deh rojan carekê bi Erdoganî re biaxive”.
Piştî hevpeyvînê alîkarekî Macronî daxuyaniyek da û got, armanca gotinên Serokomarê Fransayê ne rexnekirin an jî biçûkxistina Erdoganî bû. Rayedarî got, “Hevdîtinên bi Mîrza Erdoganî re her gav gelekî cidî ne.”
Hevdîtina herî dawî ya ku tê zanîn a di navbera Macron û Erdoganî de di 27ê Tebaxê de pêk hatibû. Serokomarê Fransayê bi rêya telefonê bi Erdoganî re axivî bû û ji wî xwestibû ku rojnamegerê Fransî Loup Bureau yê li Tirkiyeyê girtî serbest bimîne û w îbişînin Fransayê. (NV/FD)