Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan seroka Partiya Sosyalîst a Bindestan(ESP) Çîçek Otlû desteser kir û bir TEMa(Midûrîya Têkoşîna li dijî Terorê) Enqereyê. ESPyê li ser Twîtterê agahiya desteserkirinê belav kir.
Li Twîttera ESPyê hat nivîsîn:
“Hevseroka me Çîçek Otlû hat desteserkirin. Seoka me ji bo TEMê tê birin.
Çîçek Otlû kî ye?
Seroka Partiya Sosyalîst a Bindestan(ESP) e. Ew di hilbijartinên di 12ê Hezîrana 2011ê de li ser lîsteya Partiya Aştî û Demokrasîyê(BDP) bû berbijara parlamenteriyê lê Lijneya Bilind a Hilbijartinan destûr neda wê ku bikeve di dilbijartinan de.
Di 18ê Hezîranê de dema polîsan bi ser Ajansa Atkînê ya Nûçeyan û Ozgûr Radyoyê de girtibû û 34 kes desteser kiribûn. Otlû yek ji wan desteserkiriyan bû.
(EKN/MB)