Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê(HDP) û serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan:
“Welê tê fêmkirin ku hin kes li ser navê min *dixurrin û hewil didin xelkê bixin di qaliban de. Ti kes ne hewceyî xurrîyanê ne. Heke xurrîyan lazim be ez ê bi şexsê xwe bixurrim.”
HDP: Ma ew kesên dixurrin dê vî welatî bi rê ve bibe?
Hevseroka giştî ya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Serpil Kemalbayê got:
“Em li dijî wê yekê kar dikin ku faşîzm rêxistî nebe, Tayyîp Erdogan behsa xurrînê dike. Ma ew kesên dixurrin dê vî welatî bi rê ve bibin?”
CHP: Bavên mafyayê dixurrin
Berdevkê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Bûlent Tezcanî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsî:
“Bavên Mafyayê dixurrin. Mirovê desthilatê dewletê naxurre. Ev welatekê xurriyanê ye an jî yê hiqûqê ye.”
Xurriyan Çi ye?
*Xurrîyan: Meydan xwestin, çîx xwestin, nav li xwe dan, li ser hinekan ferzkirina gotina xwe. Bi taybetî heywan ji beriya şerê hev bikin dengekê wek “xurrînê” derdixin. Bingeha wê ji Îtalî hatiye û di Îtalîyê de tê wateya “aqilê selîm, rêbaz, ûsûl” Di Latînîyê de “hejmartin û mûhakemekirin” e. (EA/MB)