Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê karên derve yê Almanyayê, Sigmar Gabrielî got “Denîz Yûcel hê jî girtî ye ji ber ku li gor min Tirkiyeyê ew rehîn girtiye”
Li gor nûçeya Deutshe Welleyê wezîrê karên derve yê Almayayê ji bo Buzzfeed News Deutschlandê axiviye. Wezîrî got:
“Almanya ji bo serbestberdana Denîz Yûcelî bi tenê dikare rêyên dîplomasî û ekonomîyê bi kar bîne û bi wan guvaşê çêbike.”
Wezîrî eşkere kir demekê têkiliyên Tirkiye û Almanyayê nebaş bûn û Almanyayê bi eşkereyî mesafeyek daniye di navbera xwe û Tirkiyeyê de.
Sê Welatiyên Almanyayê li girtîgehên Tirkiyeyê dimînin. Ji ber tewana “propagandakirinê” Rojnamegerê Denîz Yûcel û wergêra Ethayê Meşale Torû û mafparêzê li Girava Mezin hatî gitin Peter Steudtner di girtîgehan de ne.(EA/MB)