Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rezan Zûgûrli Hevşaredara Liceyê ya ku qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin duh (17yê Tebaxê) hat girtin.
Li gorî nûçeya dihaberê, derbarê Zûgûrliyê de, sala 2012yê bi îdiaya “digel ku ne encama rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hatibû vekirin û 13 mehan girtî mabû. Dadgehê 4 sal û 2 meh ceza dabû Zûgûrliyê ku ew ê ji bo salên mayî bikeve girtîgehê.
Keça Zûgûrli ya 2 salî jî bi wê re birin Girtîgeha Tîpa E a Amedê.
Derbarê Rezan Zûgûrliyê de
Li gundê Fîsê yê Liceyê jidayik bûye. Malbata wê ji ber şewitandina gundan pêşiyê koçî Amedê paşê jî koçî Hatayê kirine. Di malbatê de kesên ji ber kuştinên failên wan ne diyar mirine jî hene.
7 xuşk û birayên Rezan Zûgûrliyê hene û xwendina xwe li Amedê berdewam kir.
Sala 2011yê bi hinceta ku li zanîngehê beşdarî çalakiyê bûye 13 mehan di girtîgehê de ma. Piştî ku Dadgeha Bilind biryara cezayê xera kir serbest ma.
Di hilbijartian herêmî ya sala 2014yê de di 26 saliya xwe de bû namzeta Hevşaredara Liceyê ku di Beşa Bernamekarî ya Radyo û Televizyonê ya Zanîngeha Dîcleyê de dixwend. Hilbijartin qezenc kir û dest bi wezîfeya xwe kir lê 9ê Sibata 2017yê li şûna wê qeyûm hat tayînkirin. (BK/FD)