Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê di çarçoveya kampanyeya hilbijartinê de bersiva pirsên çar Youtube vloggeran (video blogger) da. Merkelê di programa bi navê #Deine Wahl ê de (#Hilbijartina Te) pirsên derbarê Tirkiyeyê de jî bersivand.
Merkelê got, ew û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hin mijarên cuda de xwedî nêrînên cuda ne, ew û Erdogan van mijaran gelen caran diaxivin lê çareseriyek bidest nexistine.
Yekîtiya Gumrukê û alîkariyên beriya endamtiyê
Serokwezîra Almanyayê Merkelê ji bo rojnameger Denîz Yucel, mafparêz Peter Steûdtner jî di nav de welatiyên Almanyayê yên li Tirkiyeyê girtîne, got “Çi ji destê me tê em dikin”.
Angera Merkelê diyar kir ku hevdîtinên endamtiya Yekîtiya Ewropayê yên bi Tirkiyeyê re di asta herî nizm de tê birêvebirin.
Angera Merkelê pirsa “Em dikarin gotûbêjên endamtiyê bi temamî bibirin, gelo ev jî ihtimalek e?” wiha bersivand:
“Ez naxwazim ji bo sedî 50 yên din sinyalên xelet bişînim ku li welêt bi hêvî li bende me ne û naxwazin têkiliya bi me re qut bikin. Tiştê tekez ev e ku, em ê birfirehkirina Yekîtiya Gumrikê ya bi Tirkiyeyê re pêk neynin û tenê ji bo wan xebatên ku em dizanin pareyên wan bi ku de diçin em ê alîkariya malî ya beriya endamtiyê bidin.”
* Me nûçe ji Reûtersê, Deûtsche Welleyê û BBCyê berhev kir.
(AS/FD)