Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nobeta Wicdan û Edaletê ya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amed, Stenbol û Wanê lidar xist li Îzmîrê di roja duyem de berdewam dike.
Berdevkê HDPyê Osman Baydemîr di nobetê de daxuyanî da çapemeniyê ku li Navenda Gundogdûyê lidar dikeve.
Baydemîr wiha axivî:
“Mîrata dîrokî, mîrata çandî, gencîneya mirovatiyê; ji bo dewlemendiya çend muteahîttan kirin qurbanî ji bo Bendava Ilisûyê. Temenê aboriyê ya Bendava Ilisûyê ne zêdetirî 60 salan e. Lê Heskîf a ku dergûşa dîrokê ya 12 salan bi dînamîtan tê rûxandin. Di navbera dînamîtên tu li Heskifê diteqînî û ew tiştên ku Talîbanê kirine de çi ferq heye. Di navbera tiştên ku te li Hesenkeyfê kirine û yên DAIŞê li Palmîrayê kirine de çi ferq heye. We qirêj girt, hûn bûn wek hev, we îflas kir.”
Parlamenterên ku beşdarî nobetê dibin wiha ne: Osman Baydemir, Ahmet Yıldırım, Ertuğrul Kürkçü, Müslüm Doğan, Dilan Direyet Taşdemir, Ayşe Acar Başaran, Mizgin Irgat, Aycan İrmez, Besime Konca, Erdal Ataş, Ali Atalan, Behçet Yıldırım. (NV/FD)