Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gorî nûçeya Deutsch Welleyê ya ji rojnameya Kölner Stadt-Angzeirê ragihandiye, Gabrîelî aşkere kir ku “encamên zexta aboriyê derketin holê”.
Gabrîelî daxwaz kiribû ku hemwelatiyê Almanya Peter Steudtner jî di nav de mafparêz, rojnameger Denîz Yucel û wergêr Meşale Tolû yên girtî serbest bimînin û gotibû ku “Polîtikayên wan ên derbarê Tirkiyeyê de biguherin”.
Paşê jî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê di 20ê Tîrmehê de hişyariya gera Tirkiyeyê kiribû û şîrketên Tirkiyeyê di mijara vebehrênaniya Tirkiyeyê hişyar kiribû.
Gabrîel: “Lîsteya terorê” bi paş ve hat kişandin
Wezîrê Karên Derve Gabrîelî bibîrxist ku piştî van hişyariyan, Tirkiyeyê lîsteya amade kiriye bipaş de kişandiye ku lîste derbarê 680 şîrketên Alman de bi îdiaya “piştevaniya terorê” dikin hatiye amadekirin.
Piştî ku mijar li Tirkiyeyê bû sedema nîqaşên berfireh, hat gotin, “Erdoganî diyar kiriye ku şîrketên Almanyayê di encama famkirina şaş de xistine lîsteyê”. (AS/FD)