Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî Amed û Stenbolê Nobeta Wicdan û Edaletê li Wanê berdewam dike û di roja duyem de berdevkê HDPyê Osman Baydemîr axivî.
Baydemîr behsa îşkenceyên li hemberî gundiyan kir ku li Şemzînanê pêk hatibû û got, “Heke ku ev bûyer li Filîstînê bihata kirin ew ê Erdoganî bi gota ku ‘Îşkence li biraderên me yên Misilman dikin’ û qiyamet rakira.”
Beşek ji axavtina Erdoganê wiha ye:
“Berhema AKP-MHPyê ye”
“Em azadiya hemû gelên bindest diparêzin. Ev hikûmet dîsa di sala 2015yê de welat kir gola xwîne. Dest bi rijandina rondikên dayikan kir.
“Lê belê di sala 2013yê de hêviyeke aştiyê çêbûbû. Ocalanî di 2013yê de ev tişt aşkere kiribû. Di dema ku em hatinê de, li hemû Tirkiyeyê tecrît û îzolasyon heye. Ev berhemên AKP û MHPyê ne.
“Hevserokên HDPyê di serî de nûnerên siyasî di girtîgehan de ne û Tirkiye kirine weke zindanekê.
“Îro li cîhanê dewletên ku hejmara wan 50 hezar in hene lê li Tirkiyeyê îro tenê 50 hezar girtiyên siyasî yên Kurdan hene.
“Li hemberî girtiyên jin tundkariya bêexlaqî”
“Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê li ser girtiyên jin tundkariyeke bêexlaq pêk hatiye.
“Parêzerên wan nikarin biçin wan bibînin, malbatên wan nikarin agahiyan bistînin. Aha ev faşîzmeke tekûz e.
“Îşkenceyê li jina 80 salî dikin”
“Raya giştî îşkenceyên ku li gundê Şapatanê yê Şemzînanê hatine kirin, bihîst. Aha ev encama hevbeş a AKP û MHPyê ye. Hevkariya AKP û MHPyê hevkariya gur û rovî ye. Îşkenceyê li jina 80 salî dikin.
“Heke ku ev li Filîstînê bihata kirin ew ê Erdogan bi gotina ku ‘Îşkence li biraderên me yên Misilman dikin’ qiyamet rakira. Werin nebin hevkarê vê xwînê û îşkenceyê, werin dest ji hevkariya MHPyê berdin”. (EKN/FD)