Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Nobeta Wicdan û Edaletê ya ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatiye destpêkirin piştî Amed û Stenbolê îro li Wanê berdewam dike.
Polîsan destûra ketina qadê neda wan rojnamegerên kartên wan zer nînin ku kart ji hêla Serokwezaretê ve tê dayîn.
Her wiha rêveberên HDPyê yên Wanê û navçeyên wê jî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin ku karibin bikevin Parka Aştiyê ya Mûsa Anterî. Tenê destûr ji bo parlamenteran hat dayin.
Parlamenterên ku wê beşdarî nobeta li Wanê bibin ev in: Osman Baydemir (Riha), Nadir Yıldırım (Wan), Lezgin Botan (Wan), Bedia Özgökçe (Wan), Ali Atalan (Mêrdîn), Adem Geveri (Wan), Kadri Yıldırım (Sêrt), Nihat Akdoğan (Colemêrg), Meral Danış Beştaş (Edene), Mehmet Emin Adıyaman (Îdir), Mehmet Ali Aslan (Êlih), Dilek Öcalan (Riha).
Yuksekdag: Em dikarin bi hev re edaletê qezenc bikin
Li vir peyama Hevseroka Giştî ya berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê hat xwendin ku ji girtîgehê şandibû.
Peyam ji hêla Parlamentera HDPyê ya Wanê Bedîa Ozgokçeyê ve hat xwendin:
“Gelên me yên ji Amedê heta Stenbolê, ji Wanê heta Îzmîrê dest dane hev, wê bi yekîtiya xwe ya demokratîk rêya ku diçe edaletê vekin. Gelê Wanê yê ku heta niha bi hezar cure neheqî, bêedaletê, mirin û zordariyê re rûbirû maye, ez wisa bawer dikim ku ew ê di tevgera me ya wicdan û edaletê de werçerxeke dagereke nû û bihêz ava bike.
“Îro ew deme ku bi vê baweriyê destên xwe bidin hev, kesên ku mafên wan hatine xespkirin, kesên ku dixwazin bi rûmeta xwe, bi wicdanê xwe re bijîn li her deverê bibin dengê bangewaziya edaletê. Em dikarin bi hev re bijîn, dîsa em dikarin bi hev re edaletê qezenc bikin”.(EKN/FD)
* Fotograf: Mehmet Emin Adıyaman (Twitter)