Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nobeta Wicdan û Edaletê ya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 25ê Tîrmehê de li Amedê dabû destpekirin û paşê li Stenbolê berdewam kiribû, duh bi şev bi meşekê û paşê jî bi daxwiyaniyekê bidawî bû. Meş wê li Wanê berdewam bike.
Nobeta li Wanê wê 8ê Tîrmehê roja sêşemê destpê bike. Nobet a ku wê 6 rojan li Wanê lidar bikeve paşê wê li Îzmîrê berdewam bike.
Parlamenterên ku wê li Wanê beşdarî nobetê bibin
Osman Baydemir (Riha), Nadir Yıldırım (Wan), Lezgin Botan (Wan), Bedia Özgökçe (Wan), Ali Atalan (Mêrdîn), Adem Geveri (Wan), Kadri Yıldırım (Sêrt), Nihat Akdoğan (Colemêrg), Meral Danış Beştaş (Edene), Mehmet Emin Adıyaman (Îdir), Mehmet Ali Aslan (Êlih), Dilek Öcalan (Riha).
Kemalbay: Em nobeta xwe ber bi Wanê ve dişînin
“Em îro nobeta xwe ber bi Wanê ve dişînin. Wê li wir jî 7 rojan û 24 saetan bidome nobeta me. Ez bang li gelê Wanê, gelê Serhedê dikim. Em nobeta xwe ber bi we de dişînin. Bila silav li gelê Serhedê be ku wê me ji piştevaniya xwe mehrûm nekin.”
Polîsan êrîşî meşê kir
Polîsan bi guleyên plastîk û xazê êrîş bir ser kesên ku dixwestin beşdarî meşa parlamenter û rêveberên HDPyê bibin. Ligel mudaxele û dorpêçkirina polîsan bi sedan kes beşdarî meşê bûn û meş li Lengergeha Kadikoyê bidawî bû. (HK/FD)