Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nobeta Wicdan û Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka Yogûrtçûyê ya Kadikoya Stenbolê di roja çarem de berdewam dike.
12 parlamenterên ku di nobetê de ne di destpêka rojê de derdora xwe paqij kirin û li nava parkê meşa seharê kirin.
Parlamenterê HDPyê yê Çewlikê Hişyar Ozsayî civîna çapemeniyê ya îro lidar xist û nirxandina polîtîkayên derve û hundur ên Partiya Dad û Geşepadanê (AKP) û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî kir.
Nobeta ku di 25ê Tîrmehê de li Parka Ekîn Ceren a Amedê destpê kir di roja 11emîn de ye.
Ozsoy: Gel fatoreya xeteyên Erdoganî didin
“Erdogan polîtîkaya derve weke malzemeya polîtîkaya hundur bikar tîne û polîtîkaya derve bi aweyê şexsî digre dest. Erdogan siyaseta pevçûn, êrîşkarî û dubendîkirinê a ku li hundir bi pozisyoneke li hemberî cîhanê bikar tîne li derve jî bikar tîne.
“Ti desthilatdarî bi zordarî, çewisandin û tecrîtê nikare li ser piyan bisekine. Desthilatdariyên ku bihêz in û ku nexuya na. Bi awayê bedenî desthilatdariya xwe zêde nadin xuyakirin lewre rizamendiya mirovan standine.
“Erdogan ê ku bi hemû cîhanê re têkiliyên xwe neyênî kiriye lê nafikire ku têkiliyên we yên bi Kurdan re veguherîne. Heke ku têkiliyên xwe bi Kurdan re ber bi başiyê ve veguherandiba ne rewşa bi Rûsyayê ne ya bi Almanyayê ne ya bi DYAyê re wiha nedibû.
“Dibêje ku HDP giliyê Tirkiyeyê dike. Ya ku Tirkiye xist pêvajoya şopandinê ya Yekîtiya Ewropayê ne HDP lê Recep Tayyîp Erdogan e. Erdogan e ku yê Tirkiyeyê ewqas dixe nava tenêbûnê.”
Serdan û meşên ku wê ber bi parkê ve çêbibin
Îro wê Komeleyên Çewlikê, Partiya Azadî û Piştgiriyê (ODP) Partiya Gel a Komarî (CHP) rêxistina Ataşehîr ê, komeleyên Elewiyan, Lijneya Rêveberiyê ya Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK) serdana nobetê bikin.
Her wiha wê DİSK, KESK, TMMOB û TTB ji Qada Bogayê ber bi Parka Yogûrtçû yê ve bimeşin.
Polîs destûrê nadin ku gel bikeve parkê û her wiha di dema serdanan de jî nahêlin ku zêdetirî 60 kesan bikevin nava parkê.
Parlamenterên ku wê hefteyekê nobetê bigirin
Hevseroka Giştî Serpîl Kemalbay, parlamenter Nadîr Yildirim (Wan), Fîlîz Kerestecîoglû (Stenbol), Sirri Sureya Onder (Stenbol), Mîthat Sancar (Mêrdîn), Hişyar Ozsoy (Çewlik), Ayşe Acar Başaran (Êlih), Îbrahîm Ayhan (Riha), Leyla Bîrlîk (Şirnex), Berdan Ozturk (Agirî), Erol Dora (Mêrdîn), Erdal Ataş (Stenbol) û Sîbel Yîgîtalp (Amed). (TP/ÇT/FD)