Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nobeta Wicdan û Edaletê ya ji hêla 12 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Parka Yogûrtçûyê ya Stenbolê didomînin, di roja sêyem de ye.
Nobet di 25ê Tîrmehê de li Amedê destpê kiribû û parlamenteran hefteyekê li Parka Ekîn Cerenê nobet girtibûn. Nobet bi giştî di roja 10em de ye.
Bi spora siharê dest bi rojê kirin
Parlamenteran destê sibê derdora xwe paqij kirin û spora siharê kirin.
Gün boyu sürecek olan ziyaretler için, Vicdan ve Adalet nöbeti tutan vekiller ve partililer güne sabah sporu çevre temizliği yaparak başladı pic.twitter.com/o6368psnjE
— HDP İstanbul (@HDPistanbul) 3 Ağustos 2017
Derbarê pêşketinan de yek ji parlamenterên nobedar Sirri Sureyya Onderî civîna çapemeniyê lidar xist. Onder ji bo ku mercên tecrîtê yên li ser Abdullah Ocalanî bên rakirin û vegerin pêvajoya çareseriyê bang kir.
“Ocalanî di dema pêvajoya gotûbêjê de, gelek caran dubare kir ku feraseta yekparêz û nêzîkatiya netew dewletên li Rojhilata Navîn ew ê welêt ber bi bobelatên mezin ve bibin. Biisrar destnîşan kir ku wê ev bobelatên mezin bîne, bobelatên mezin jî wê aştiyê, jiyana hevpar û dahatû, demokrasiyê gelekî dûr bixe.
“Me çiqas hewl dabe jî, asta ku em hatine dide xuyakirin ku me tiştên ketine ser milê xwe têra xwe nekiriye. Ji ber ku parçeyek jê bi vîna hevpar a wê çêbûye desthilatdarî vî tiştî ji herkesan baştir dibîne û dizane”.
“Qedexeye ku kesê 61em bikeve parkê”
“Di biryarnameyên ku 12yê Îlonê destpêkê belavkir de heke ji 5an zêdetir kes bihatana bahev, ev dibû hinceta desteserkirinê. Di navbera desthilatdariya îro û 12yê Îlonê de ferqeke ji 55 kesan pêk tê heye, hemû kerametên wan evqas e. Îro jî nahêlin kesê 61em bikeve vê parkê. Dibêjin ku ‘heke ew ê kesê 61em serdanê bike, divê ji hundur kesek derkeve derve’.”
Îro destpêkê Dayikên Şemiyê serdana qada nobetê kirin ku ketine gel a qadê hatiye qedexekirin.
Di nava rojê de ew ê Federasyona Komeleyên Alewî Bektaşiyan, Waqfa Haci Bektaşi Velî, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Lijneya Birêveberiyê ya KESKê serdana Parka Yogûrtçûyê bikin.
Wekîlên ku wê hefteyekê nobetê bigirin
Hevseroka Giştî Serpîl Kemalbay, parlamenter Nadîr Yildirim (Wan), Fîlîz Kerestecîoglû (Stenbol), Sirri Sureya Onder (Stenbol), Mîthat Sancar (Mêrdîn), Hişyar Ozsoy (Çewlik), Ayşe Acar Başaran (Êlih), Îbrahîm Ayhan (Riha), Leyla Bîrlîk (Şirnex), Berdan Ozturk (Agirî), Erol Dora (Mêrdîn), Erdal Ataş (Stenbol) û Sîbel Yîgîtalp (Amed). (TP/EKN/FD)