Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Lezgîn Botan li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku ew tê desteserkirin.
Botan ê ku li Balafirxaneya Ferît Melen a Wanê hat desteserkirin, birin edliyeyê lê derbarê hinceta desteserkirinê de ti tişt nehat diyarkirin.
Botan piştî dana îfadeyê serbest ma.
Lezgîn Botanî beriya niha di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016 û 30ê Kanûna Paşîyê ya 2017yê de hatibû desteserkirin û paşê serbest mabû.
11 parlamenterên girtî hene
Niha 10 jê yên HDPyê yek jî yê CHPyê bi giştî 11 parlamenterên girtî hene.
Ji HDPyê: Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, hevseroka giştî ya berê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen, Parlamenterên Colemêrgê Abdûllah Zeydan û Selma Irmak, Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, yên Amedê Îdrîs Balûken û Çaglar Demîrel, ya Mûşê Bûrcu Çelîk û yê Şirnexê Ferhat Encu.
Ji Partiya Gel a Komarî (CHP) parlamenterê Stenbolê Enîs Berberoglû girtî ye. (TP/EKN/FD)