Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nobeta Wicdan û Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Parka Yogûrtçûyê ya Kadikoyê ya Stenbolê di roja duyem de ye.
Parka Yogûrtçûyê qonaxa duyem e a Nobeta Wicdan û Edaletê ye. Nobet di 25ê Tîrmehê de li Amedê destpê kiribû û parlamenteran hefteyekê li Parka Ekîn Cerenê nobet girtibûn.
Parlamenteran derdora xwe paqij kirin
12 parlamenterên ku wê li parkê 7 rojan nobetê bigirin bi meşê dest bi rojê kirin û derdora xwe paqij kirin. Di nava rojê de wê rêxistinên maf û pîşeyî serdana parkê bikin û meş ber bi parkê ve lidar bikevin.
Vicdan Ve Adalet Nöbetinin 2.Gününe halkın Vekilel parkın çevresini temizleyerek başladı. #VicdanlarinSesiİstanbulda pic.twitter.com/Qdp5UmJykV
— HDP Kadıköy (@HdpKadikoy) August 2, 2017
Yek ji parlamenterên ku nobet digire Mîthat Sancar di roja duyem de civîna çapemeniyê lidar xist:
“Ev rêveberî ne tenê neheqiyan dike, di heman demê de xirabiyê jî dike. Xerabiyê li fişar û zordestiyê zêde dikin. Li ser navê birina nexweşxaneyê tadeyî li Nûriye û Semîhî dikin.
“Qeyûmê ku ji bo Şaredariya Edremîtê ya Wanê hatiye tayînkirin, qedemgel li ser gorên Ermenan ava kiriye. Hestiyên miriyan derketin holê. Gotina qirkirina Ermenan qedexe dikin lê razî nabin. Xerabiyê li ser zêde dikin.
“Ev park ji hêla bi hezaran polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Wek ew cî dane me ku dara zuha tenê li vir heye. Qedexe heye, xerabiyê jî li ser zêde dikin.”
Wekîlên ku wê hefteyekê nobetê bigirin
Hevseroka Giştî Serpîl Kemalbay, parlamenter Nadîr Yildirim (Wan), Fîlîz Kerestecîoglû (Stenbol), Sirri Sureya Onder (Stenbol), Mîthat Sancar (Mêrdîn), Hişyar Ozsoy (Çewlik), Ayşe Acar Başaran (Êlih), Îbrahîm Ayhan (Riha), Leyla Bîrlîk (Şirnex), Berdan Ozturk (Agirî), Erol Dora (Mêrdîn), Erdal Ataş (Stenbol) û Sîbel Yîgîtalp (Amed). (TP/HK/FD)