Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Parka Yogûrtçû ya Stenbolê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan derdora parkê bi bariyeran girtin û ketin û derketin a parkê qedexekirin. Her wiha Kolana Yogûrtçû ya li Kadikoyê Kolana Rihtimê bi Kolana Bagdatê ve girêdide û ji ber parkê derbas dibe jî ji çûnûhatinê re hat girtin.
“Nobeta Wicdan û Edaletê” ya HDPyê
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 25ê Tîrmehê de li Parka Ekîn Ceren a Amedê Nobeta Wicdan û Edaletê dabû destpêkirin. HDPyê daxuyanî dabû ku Nobet wê di roja 8emîn de li Yogûrtçû Parkiyê berdewam bike. Polîsan di saetên sibê de derdora parkê bi toma û wesayitên zirxî dorpêç kir.
HDP wê civîna xwe ya Koma Parlamentoyê îro saet 12.30yê de di bin serokatiya Serpîl Kemalbayê de li Parka Yogûrtçûyê lidar bixe.
Parlamenterên HDPyê ji bo biçin parkê meşiyan
Parlamenterên HDPyê ji bo ku biçin Parka Yogûrtçûyê ji avahiya HDP ya Kadikoyê meşiyan. Meş saet di 11.50yî de dest pê kir.
Parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû, Garo Paylan, Huda Kaya, Ayşe Acar Başaran, Huda Kaya, Sirri Sureyya Onder, Mîthat Sancar, Nadîr Yildirim û Hevseroka Giştî ya HDPyê Serpîk Kemalbay beşdarî meşê bûn.
Herwiha endamên lijneya birêveber ên KESK û DİSKê, Seroka EHPyê Sîbel Ûzûn, Seroka Partiya Kedê Selma Gurkan û Serokê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu jî beşdarî meşê dibin.
Kesên li derdorê di dema meşê de piştgiriya xwe bi çepikan nîşan dan.
Destûra ketina parkê nîne
Pêşiya parlamenteran li ser Kolana Hasircibaşiyê hat birîn. Mîthat Sancar û Fîlîz Kerestecîoglû ji bo ku rê vekin bi rayedarên polîsan re axivîn lê bariyer nehatin rakirin.
Parlamenterê HDPyê Sirri Sureyya Onder li vir axivî û diyar kir ku ew ê ji Edîrneyê heta Colemêrgê berfireh bikin.
Piştî axavtina Onderî polîsan tenê destûra parlamenter û rêveberên navçeya Kadikoyê yên HDPyê da ku bikevin Parka Yogûrtçûyê.
Hevseroka Giştî ya HDPyê Kemalbay: Kolanan jî kelemçe dikin
Piştî ku destûra ketina HDPyiyan ji bo Parka Yogûrtçûyê hat dayin, Hevseroka Giştî ya HDPye Serpîl Kemalbay li vir axivî:
Kemalbayê ji ber ku destûr nedane parlamenter û gel li Parka Yogûrtçûyê werin ba hev rexneyên xwe anî ziman û wiha got: “Li hemberî kesên ku mifte li Parlamentoyê xistine em li kolanan hatin ba hev, kolan jî tên kelemçekirin. Hûn ji bo çi ditirsin ku em û gel werin ba hev?
“Piştî van dorpêçkirinan manşetan tavêjin û dibêjin ku ‘Gel piştgiriya HDPyê nake’. Hûn bi ewqas derewan re çawa serê xwe datînin ser balgîfê?
“Bifikirin ku hevserokê sêyem partiya mezin a parlamentoyê bi fezlekeyên derew rehîn hatiye girtin û hîna roja dadgehkirinê nehatiye diyarkirin.
“Em ê ligel Nobeta xwe ya Wicdan û Edaletê ya ku me destpê kiriye têkoşînê bikin. Têkoşîna me, têkoşîna karkeran, kedkaran, jinan û gelên Tirkiyeyê ye. Li hemberî kesên ku dixwazin me bi birçîtiyê terbiye bikin, em ê bi nanê xwe parve bikin û derkevin. Em ê destên xwe heta ku cîhaneke nû qezenc bikin bikin yek.
“Em ê weke Nûriye û Semîhî, weke Ahmet Şikî di qîrîna rastiyê de berdaw bin. Em dibêjin ku ne temaşevan in, xwedî kesayet in, em ne pirayî ne lê gel in ku dengê xwe bi bilindahî diqîre, em li bende nasekinin, em ê têbikoşin.” (EKN/FD)
(TP/HK/FD)