Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Hikûmeta Almanyayê dokumanek radestî Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku ji bo parastina prensîbên dewleta hiqûqê daxwaza zêdekirina fişara aborî ya li ser Tirkiyeyê kir.
Di dokumanê de ji YEyê daxwaza wê lêkolînê tê kirin ku di çarçoveya gotûbêjên endamtiyê de dema hewce bike wê karibin alîkariyên darayî qut bikin an na.
Di dokumanê de her wiha balê dikişînin ser wî tiştî ku “birêkûpêkirina hevdîtinên ji bo modernîzasyona Yekîtiya Gumrikê ya di navbera YE û Tirkiyeyê de wê di çarçoveya pêşketinên aktuel de peyameke şaş bide Tirkiyeyê”. Ji ber wê jî hişyariyê didin welatên YEyê ku niha di vê mijarê de divê wekaletê nedin Komisyona YEyê.
“Divê alîkarî rasterast bi kêrî civaka sivîl bên”
Li gorî nûçeya Deutsche Welle û Reutersê, di dokumanê de hatiye destnîşan kirin ku niha alîkariyên darayî yên di çarçoveya gotûbêjên endamtiya Tirkiyeyê ya YEyê de, divê bi awayekî xurtir ji bo sazkirina berdewamiya normên derbarê dewleta hiqûqê û demokrasiyê de bên dirûvandin.
Hikûmeta Almanyayê di daxwaznameya xwe de ji YEyê re dibêje ku, “divê alîkariyên em dikin rasterast bi kêrî civaka sivîl bên”.
Dokuman ligel rayedarên Ewropayî radestî Nûnera Bilind a Ewlekarî û Polîtîkaya Derve ya YEyê Federîca Mogherînî û nûnerê berpirsê yê ji berfirehbûnê Johannes Hahnî hat kirin. (AS/FD)