Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Konca piştî ku dema wê ya di girtîgehê de maye hat hesapkirin, hat berdan.
Konca di 13yê Kanûna Paşîn a 2016yê de li 2yemîn Girtîgeha Cezayê Giran a Êlihê ji ber sûcên “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar û propagandaya rêxistina terorê” bi awayekî girtî dihate dadgehkirin.
Di daneşîna 3yê Gulana 2017yê di be şertê qedexeya derketina derve serbest ma. Lê dozgerî li hemberî vê biryarê derket. 3yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê serlêdana dozgeriyê nirxand û di 8ê Gulanê de biryara berdestkirinê derxist.
Konca di 29ê Gulana 2017yê de li Êlihê hat desteserkirin û piştî derxistina dadgehê hat girtin.
10 parlamenterên HDPyê desteserkirî ne ku mafê parlamenteriyê ji Fîgen Yuksekdag û Nûrsel Aydoganê hatiye standin.
Besîme Konca kî ye?
Besîme Konca di sala 1970yê de li Mereşê hatiye dinê. Ji sala 1993yê heta sala 2004ê, 11 salan di girtîgehê de maye.
Di sala 2014ê de, bi doza KCKyê dîsa hat girtin.
Demekê li Komeleya Kongreya Jinên Azad xebitî. di hilbijartina 2015ê de ji HDPyê wek parlamentera Sêrtê hat hilbijartin.