Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê Heather Nauetrtê di civîna çapemeniyê ya rojane de behsa doza Cumhuriyetê kir.
Nauertê li ser pirsa rojnamegerekî ku şîroveya DYAyê ya derbarê doza Cumhuriyetê de wiha got:
“Amerîka ji ber operasyonên berfireh û destserkirina welatiyên Tirkiyeyê gelekî xwedî fikar e. Di mijarên weke azadiya xweîfadekirinê, misogeriya dadweriya adilane û rêzgirtina ji bo azadiya dadê û mafên mirovan ên bingehîn ên din de; her wiha di mijara serbestberdana rojnamegerên ku di bin Rewşa Awarte de hatine zindanîkirin û yên din de em hikûmeta Tirkan teşwîq dikin.
Ez îro bi Bass balyozê me re axivîm. Wî got ku ew tevlî karmendên balyozxaneyê dozê dişopîne. Di serdana me ya Cumhuriyetê de jî asta metirsiya me nîşan da. Ew ê di piştgiriya girîngiya medyaya azad û serbixwe ya di civakên demokratîk de berdewam be.” (EA/FD)