Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Mafê parlamenteriyê ji Parlamentera HDPyê ya Wanê Tûgba Hezer Ozturk û ye Şirnexê Faysal Sariyildizî hat standin.
Rapora Komisyona Tevlihev a Edalet û Destûra Bingehîn a Parlamentoyê ya derbarê betalkirina parlamenteriya Sariyildiz û Hezer-Ozturkê de ya li Cıvata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat nîqaşkirin.
Di dengdana tezkere ya derbarê “betalkirina parlamenteriya” Sariyildiz û Ozturkê de 328 parlamentera ji bo Sariyildizî û 324 parlamenteran jî ji bo Ozturkê dengên erênî bikar anîn.
Ji ber ku zêdetirî 276 parlamenteran dengên erênî bikar anîn parlamenteriya Sariyildiz û Ozturkê hat betalkirin.
Tenê 20 parlamenterên ku beşdarî civînê bûn li hemberî betalkirina parlamenteriyê deng dan.
Hezer-Ozturk û Sariyildiz ji Cotmeha 2016yê û vir ve beşdarî xebatên parlamentoyê nedibûn.
Wezareta Navxweyî di 4ê Kanûna Pêşîn a 2016yê de daxuyanî dabû ku Ozturk û Saryildiz ên derbarê wan de biryara berdestkirinê hene li derveyî welêt in.
Beriya niha parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yukseldagê û parlamentera HDPyê ya Amedê Nûrsel Aydoganê jî hatibû betalkirin.
Di vê navberê de Parlamenterê CHPyê yê Manîsayê Ozgur Ozel di dema civîna parlamentoyê de rewşa Serokê berê yê AKPyê û Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû bibîr xist û got ku “Kesekî dîtiye ku Davûtoglû û ekîba wî di karên Parlamentoyê de dewam dikirin an na? Heke ku hûn ne ji ber berdewamiyê lê ji hin sedemên din dixin, wê gavê hûn cudakariyê dikin, hûn şaşîtiyê dikin”. Ozel gotibû ku pirsgirêka esasî ne dewamiye lê pirsgirêka Kurd e. (EKN/FD)