Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêziknameya karên navxweyî ya Parlamentoya Tirkiyeyê dê bê guhertin, ji bo guhertina rêziknameyê parlamenter axivîn.
Partiya Komarê ya Gelî(CHP) eşkere kir ji bo parlamenterên wê wextê pêdivî nehatiye dayin. CHPyê ji bo xwenîşandanê piştî hevdîtinên ji bo rêziknameyê civîn domand.
Ji bo guhertinê minaqeşe li ser 18 xalên rêziknameyê têne kirin.
CHPyê civîn domand
Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) û Partiya Neteweperest a Gelî(MHP) dixwazin xalên rêziknameyê bêne guhertin. CHP naxwaze bêne guhertin.
Piştî minaqeşe li ser 14 xalan hat kirin serokatiya parlamentoyê biryar da civînê belav bike û îro siet 14.00ê dîsa civînê bidomîne.
Parlamenterên CHPyê eşkere kirin ku ji bo wan demê pêdivî nehatiye dayin. Parlamenteran civîn domand.
Weşana li ser înternetê
Parlamenterên CHPyê dê wek xwenîşandanekê civînê heta siet14.00ê bidomîne. Herweha malpera CHPyê civîna di parlamentoyê de bi awayekê zindî weşand.(NV/MB)
Wêne: Özge Elif Kızıl – Enqere /AA