Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Dîlek Ocalanê derbarê bêhiqûqiyên di doza Pirsûsê de pêşniyaznameyek pêşkêşî parlamentoyê kir ku tê de daxwaza lêkolîna bûyerê jî dike.
Ocalanê di pêşniyaznameya xwe de got, “Her qetlîamên ku ser wan tên girtin û rastiyên wan tên veşartin, mixabin dibin sedema amadekarî û şan a qetlîamên mezintirin. Di vê çarçoveyê de divê Parlamentoya Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) bêyî ku hincetekê nîşan bide kar hilde ser milê xwe.”
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di dema daxuyaniya çapemeniyê ya wan kesan de êrîşa xwekijî pêk hat ku dixwestin pêlîstok û kelûpelên alîkariyê yên mirovî bibin Kobanêyê. Di encamê de 33 kes û êrîşkar mirin. Heta niha du daneşînên dozê lidar ketin. (AS/FD)