Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokwezîr Binalî Yildirimî gotinên Sîgmar Gabrîelî Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê yên derbarê Tirkiyê de nirxand.
Yildirimî piştî nimêja înê li Enqereyê pirsên rojnamegeran bersivand û got, “Ez ji vir bang li rayedarên Almanyayê dikim, em bi aramtir, em bi destgiranî tevbigerin”.
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîelî piştî ku mafparêz li Buyukadayê hatibûn desteserkirin betlaneya xwe nîvco hiştibû û vegeriyabû Berlînê û li vir civîna çapemeniyê lidar xistibû.
Gabrîelî daxwaza serbestiya Peter Steudtnerî welatiyê Almanyayê jî di nav de mafparêzan, rojnamegerî girtî Denîz Yucelî û wergêr Meşale Tolûyê kiribû. Gabrîelî diyar kiribû ku li Tirkiyeyê ewlekariya hiqûqî nîne û ew ê têkiliya aborî û civakî di ber çavan re derbas bikin.
Yildirimî derbarê daxuyaniyên Gabrîelî de got, “Em bawer dikin ku bi axaftinê û bi hevdîtinê em ê hemû kêşeyên di navbera me û Almanyayê de çareser bikin”. (BK/FD)
* Fotograf: AA