Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaşî ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi navê “Bangewaziya Vekirî ji Serokê Giştî yê AKPyê re” nameyek şand.
HDPyê name di malpera xwe de parve kir. Di nameyê de Demîrtaşî bersiva wan gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî ji bo wî gotibûn daye ku Erdoganî ji bo Demîrtaşî gotibû “Ew terorîst e”:
“Ez bangewaziyeke vekirî tikim: 8 meh in dozgerên di bin fermana te û hin dadwerên te ti delîl bidest nexistine ku min ji bo wêrankirina kolanan di bûyerên Kobanê yên 6-8ê Cotmehê de gel vexwendiye. Heke di destê te de delîleke wiha hebe, ez daxwaz dikim ku tu radestî wan dozgerên xwe yên di nava bêçaretiyê de li delîlên hemberî min digerin bikî”.
Erdoganî li Hambûrgê di civîna çapemeniyê ya piştî lûtkeya G20ê de ji bo Demîrtaşî gotibû, “Ew şexs terorîst e û terorîsteke wiha ye ku hemû birayên min ên kurd derxistiye kolanan, piştî ku birayên min ên kurd derxistiye kolanan dîsa wan bi destê kurdan daye kuştin”. (TP/HK/FD)
* Ji bo hemû nameya Demîrtaşî bi Tirkî karibin bixwînin bitikînin