Kurdish Monitoring, Platforma Çavdêriyê û Rapornivîsînê ya li Mafê Bikaranîna Kurdî rapora xwe ya “Binpêkirinên Mafê Bikaranîna Ziman û Çanda Kurdî li Tirkiyeyê” a qonaxa Kanûna Paşiyê-Sibat-Adara 2025an weşand.
Li gorî rapora Kurdish Monitoringê di her sê mehên destpêkê (Kanûna Paşiyê, Sibat, Adar) ên sala 2025an de, li qada civakî, medya, qada çand û hunerê û li girtîgehan 24 caran mafên bikaranîna kurdî hatine astengkirin. Ev bûyerên navborî, zext û zordariya di jiyana civakî de li Kurdî dibin, careke din nîşan didin.
Li gorî kategoriyan bûyerên ku pêk hatine:
• Qada Civakî: 5
• Medya: 8
• Çand-Huner: 7
• Girtîgeh: 4
Li gorî rapora sê mehên borî, herî zêde di medyayê û qada çand û hunerê de mat hatine binpêkirin.
Malper û hesabên medyaya civakî yên Ajansa Mezopotamyayê, Jinnewsê û saziyên din ên medyayê hatin astegkirin. Piraniya caran malperên Tirkî yên van ajansan tên astengkirin lê di heman demê de ev biryar bandorê li beşên wan ên Kurdî jî dikin. Her weha zext û zordarî li hunermend û akademisyenên Kurd jî bûn.
Detay:
• Li Civaka Giştî ya Parlamentoyê gotina "Jin Jiyan Azadî" di zabitnameyan de nehrte nivîsîn.
• Pankartên bi Kurdî hatin qedexekirin an jî bi darê zorê daxistin.
• Ji ber ku stranên bi Kurdî strane, stranbêjên Kurd hatin cezakirin.
• Li girtîgehan axavtin û sandin û wergirtina nameyan a bi Kurdî hate qedexekirin.
• Hesabên Kurdî yên saziyên medyayê yên medyaya civakî hatin girtin. Bi giştî ev binpêkirin jî nîşan didin ku hebûna Kurdî a li qada civakî bi rengekî sîstematîk di bin zextan de ye.
Ji bo tevahiya rapora Kurdish Monitoringê bitikîne.
Derbarê Kurdish Monitoringê de
Kurdish Monitoring, ji bo li Tirkiyeyê binpêkirinên birêkûpêk ên li dijî ziman û çanda Kurdî pêk tên bişopîne, tomar bike û bi raporan wan bi raya giştî re par ve bike ava bûye û înîsîyatîfeke serbixwe ya. Platform li gorî prensîba ku dibêje pirrengiya ziman, mafekî bingehîn ê mirovan e tevdigere û li gorî vê prensîbê jî dixwaze astengiyên di qada civakî de li pêş Kurdî derdikevin raber bike, daneyan derbarê van binpêkirinan de amade bike û bi vî rengî mafparêziyê bike.
Kar û Bar û Armancên Platformê
1. Berhevkirina Datayan
Wê çavkaniyên ji raya giştî re vekirî (dokumanên fermî, biryarên dadgehan, medyaya herêmî û netewî) bişopînin û bûyerên binpêkirinê tomar bikin. Wê hevkariyê bi saziyên civaka sivîl, parêzer û mexdûran re bike û daneyan ji qadê berhev bikin.
2. Rapornivîsîn
Raporên Birêkûpêk: Wê her ji sê û şeş mehan û salê carekê raporên berfireh amade bikin.
Raporên Demkî: Di rewşên awarte de yan jî dema pêşketinên gelekî girîng pêk hatin, wê bi lez û bez raporên demkî amade bikin.
3. Mafparêzî
Raporan wê ji saziyên mafên mirovan ên netewî û navnetewî re bişînin.
Bi şaredariyan, partiyên siyasî û medyayê re wê hevkariyê bike û hewl bide ku di mijara binpêkirinên mafê bikaranîna ziman de baldarî çêbibe.
4. Hevkarî
Civaka Sivîl: Rêxistinên mafparêz, aktivîstên zimanparêziyê, akademîsyen.
Medya: Çapemeniya herêmî û netewî, rojnamegerên serbixwe.
Saziyên Navnetewî: Raportorên Taybet ên NYyê, Konseya Ewropayê.
Raya Giştî: Civaka Kurdan û parazvanên mafên zimanan ên li Tirkiyeyê.
Armanca sereke
Armanca Kurdish Monitoringê ew e ku Kurdî li Tirkiyeyê bi Destûra Bingehîn bêparastin, li qada civakî bi rengekî azad bê bikaranîn û mîrateya wê ya çandî were parastin. Di wê baweriyê de ye ku pirzimanî yek ji hîmên esasî yên demokrasiyê ye. Ji bo siberojeke ku binpêkirinên mafan tê de nebin, bi datayan dixwaze baldariyê çêbike.
(AY)