Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîelî aşkere kir ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan ê ji bo Lûtkeya G20 wê di 7 û 8ê Tîrmehê de biçe Hambûrê, bi daxwaza lidarxistina bernameyê serlêdana fermî kiriye.
Gabrîelî di dema serdana xwe ya Rûsyayê de got, “Ji bo ku Serokdewletê Tirkan Erdoagan di çarçoveya Lûtkeya G20ê de bi welatiyên xwe re biaxive, duh ji Tirkiyeyê me serlêdaneke fermî wergirt”.
Di çend rojên borî de di çapemeniyê Almanyayê de nûçe hatibûn belavkirin ku Erdogan dema ji bo Lûtkeya G20ê biçe Almanyayê dixwaze ji bo Tirkên li Almanyayê biaxive û ji bo vê serî li salonan daye, lê salonan bersivên neyênî danê.
Schûlzî bertek nîşan da
Namzetê Serokwezîriyê yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Martîn Schûlzî di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Bildê de bertek nîşanî daxwaza Erdoanî da.
Schûlzî go ku ew naxwaze Erdoganê ku muxalifan û rojnamegeran dixe girtîgehê li Almanyayê bernameyê lidar bixe. (YY/FD)
Çavkanî: Deutsche Welle, Sputnik News