Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) yê Izmîrê, Ertûgrûl Kûrkçû li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê axivî.
Parlamentera Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Gûlsûm Bîlgehanê raporeka bi navê “Hevkariya rojnamegerên lêkolînker û parlamentoyê ya li dijî gendeliyê.” amade kiribû.
Ertûgrûl Kûrkçû duhî (27ê Hezîranê) li ser rapora Bîlgehanê axivî.
Kûrkçûyî ji MPKEyê re diyar kir ku holdîngên xwediyên xwediyên organên medyayê globalbûna neolîberalan xurt dike û divê hêza pêncem vê yekê mehkûm bike.
Sûcê ji bo Enîs Berberoglûyî hatiye eşkerekirin ew e ku dema Can Dûndarî nûçeya li ser bi fermana dewletê şandina çekan ji bo cîhadîstên Sûriyeyê dayî, Berberoglûyî agahî dane wî û ew agahî ji xwe ve “nehêniyên dewletê” bûne.
“Ti delîlên nîşan dikin ku Berberoglûyî ev belge daye tune ye û Berberoglûyî jî ti îtiraf nekirine.
Mafê welatiyan ê agahdarbûnê heye ku ji hemî astên dewletê heye. Divê çavkaniyên agahîdanê bê parastin.
Hûn dikarin hemiya axiftina Kûrkçûyî ji vê derê bixwînin. (AS/MB)