Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Bilind biryara Dadgeha Wanê ya ji bo Doza Koma Civakên Kurdistanê(KCK) betal kir.
Ji bo biryara betalkirinê, Dadgeha Bilind eşkere kir ku Dadgeha Wanê biryar ne li gor ûsûlê daye. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Bekîr Kaya jî tê de 13 kesan di heman dozê de ceza standibû.
Li gor nûçeya Ferît Aslanî ya di Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) de belav bûyî Dadgeha Bilind eşkere kiriye ew kiriyarên wek “sûc” hatine qebûlkirin axiftinên li şahiya Newrozê, xwenîşandana ji bo Roja Zimanê Kurdî, 8ê Adarê, boykotkirina Referandûma ji bo Guhertina Makeqanûnê.
Dadgeha Bilind eşkere kiriye ku di dosyeya dozê de, cezayê herî giran hatiye dayin, ew tiştên wek sûc hatine nîşandan kiriyarên partiyên siyasî ne. Dadgeha Bilind dosyeya biryarê li Dadgeha Wanê vegerand.
Parêzerê bersûcan, Mesut Beştaşî eşkere kir ku ew ê biryara Dadgeha Bilind wek biryareka emsal qebûl bike.
Çi bûbû?
Dadgeha Wanê di sala 2012ê de hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Bekîr Kaya jî tê de ji bo 13 kesan bi sûcê “endambûna rêxistina terorî” biryara dayina cezayî da. Dadgehê ji bo her bersûcî biryar da ew ê 15 salan di girtîgehê de bimînin.
Biryar ji bo Dadgeha Bilind hatibû şandin.(AS/MB)