Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Partiya Komarî ya Gelî(CHP) ji beriya şeş rojan ji enqereyê meşeka bi navê Meşa Edaletê da destpêkirin. Îro, roja heftê ya meşê dest pê kir.
Şeva dî heyeta meşê li ser rêya Bolû-Enqereyê sekinîbûn. Îro siet 9.00ê heyetê dest bi meşê kir. Di bernameyê de hatibû plankirin ku rêya meşa ji bo rojekî 20 kîlometre ne. Ji ber germbûna hewayê rêya meşa di rojekê de wek 16 kîlometre hat dîyarkirin. Dema bêhnvekirinê hat dirêjkirin.
Xizm û mirovên wan karkerên di Kana Somayê de mirîn jî îro beşdarî meşê bûn.
Leşkerên bi dozên Ergenekon û Balyozê hatîn dadkirin jî beşdarî meşê bûn.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(ÇT/MB)
*Me ev nûçe ji DHAyê berhev kiriye.