Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevpeymaniya digel Partiya Meşa Komarîyan(REM) ku serokê wê serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron e pirraniya kursiyên parlamena Fransayê standin.
Di tûra duyem a hilbijartinan de ji sedî 43yê dengdêran dengê xwe bi kar anî. Ev rêje di dîroka Komara Fransayê de rêjeya herî kêm e.
REM digel Tevgera Demokrasîyê(MODEM) bû hevpeyman. Hevpeymaniya herdu partiyan ji 577 kursîyan bûye xwediya 355 kursîyan.
Li gor encamên tûra duyem Partiya Komarxwaz(PL) 125 kursî bi dest xistin. Hevpeymaniya bi navê Partiya Sosyalîst ketî di hilbijartinê de 49 kursî bi dest xistin.(NV/MB)