Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
4emîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Rihayê 2 sal cezayê girtîgehê da Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Altan Tanî.
Doz duh (15ê Hezîranê) li Edliyeya Rihayê hat dîtin û dadgehê biryar girt ku cezayê Altanî bipaş bixe.
Tan ji ber axavtina xwe ya 21ê Adara 2012ê li Rihayê di bernameya Newrozê de dihat darizandin. Dadgehê doz bi sûcê ku axavtina Tanî “gel tehrîk dike ku kîn û dijminahiyê bikin”.
Axavtina Tanî ya Newrozê
Axavtina Tanî ya bû sedema dozê wiha ye ku di dema Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Amedê bû ev axavtin kiribû:
“Wezîrê Karên Derve û Serokwezîr gotin ku, me li Kurdan da, me qira wan anî, me zindan bi wan dagirt, me ew çewisand. Çewisandin nikarîbûn me di dema Îsmet Paşayî de, Mûstafa Kemalî de, Mahmût Bozkûrtî de çavtirsî bikira, ma wê ev me çavtirsandî bikin, wê ev?
“Hûn nikarin gelê Kurd çavtirsandî bikin, a vaye qad, gelê Kurd wê weke gelên din mafên xwe bistîne, ev şensê te yê herî dawî ye, te hişê xwe anî serxwê xwe bînî, nexwe ev milet derketiye re diçe, diçe, ji niha û pê de Enqere tu bixwe bifikirî… Yan tê hişê xwe bîne serê xwe, rêyeke din nîne, wê van panzêran rahêjê û bi destê xwe bavêje Çemê Dîcleyê.” (TP/HK/FD)