Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû roja 2. e ku dest bi “meşa edaletê” kiriye. Parlamenterê CHPyê Enîs Berberoglû hat girtin. Li ser vê yekê serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû û endamên CHPyê ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir.
Serokê Partiya Nijadperest a Gelî(MHP) Devlet Bahçelîyî ji bo meşa Kiliçdaroglûyî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîbû: éAqilê sivik barê giran e”
Piştî vê şîroveya Bahçelîyî îro Kiliçdaroglûyî got: “Bila ew mereqê neke ew jî dê hewceyî edaletê bibe.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(TP/EKN/MB)