Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû ji bo protestokirina girtina Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê Enîs Berberoglûyî ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve dimeşe.
CHPyê navê meş kir “Meşa Edalete”. Meş di 15yê Hezîranê de ji Guvenparka Enqereyê destpê kir.
Kiliçdaroglûyî wê heta ber Girtîgeha Maltepeyê ya li Stenbolê bimeşe ku Parlamenterê CHPyê Enîs Berberoglû piştî hat girtin, xistin vir.
Dirêjahiya rêyê 432 kîlometre ye. Li gorî plandanînê Kiliçdaroglû wê 25 rojan bimeşe. Ji bo Meşa Edaletê yên destpêk û qedînê ne tê de 23 xalên bêhnvedanê hatin diyarkirin.
Kiliçdoroglû û kesên bi wî re roja pêşîn 19 kîlometreyê meşiyan.
Li gorî zanyariyên ku polîsan dane hejmara kesên bi Kiliçdaroglûyî re dimeşin gihiştiye 10 hezaran.
Di saetên ku Kiliçdaroglûyî dest bi meşê kir de li Stenbolê li ber Girtîgeha Maltepeyê û li Parka Maçkayê ya li Taksîmê CHPyiyan dest bi “Nobeta Edaletê” kirin. Nobet heta ku Kiliçdaroglû bigihêje ber Maltepeyê wê berdewam bike.
Serokê CHPyê 69 salî ye. Kiliçdaroglû ji bo wan hişyariyên ku dibêjin li tenduristiya xwe baldar bin û yên derbarê zehmetiyên rêyê de, bersiva “hûn li xwe binêrin” dide. (HK/FD)