Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû li ser biryara girtina parlamenter Enîs Berberoglûyî wê îro ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve bimeşe.
Kiliçdaroglû biryara meşê duh di bernameya Şîrîn Payzinê ya di televizyona CNNturkê de aşkere kir. Li gel CHPyiyan wê Halkevlerî, Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) û Tevgera Hezîranê jî wê beşdarî meşê bibin.
Meş wê saet 11.00ê ji Guvenpark a Enqereyê destpê bike û li ber Girtîgeha Maltepe ya li Stenbolê bidawî bibe ku Berberoglûyî li wir digirin.
Kiliçdaroglûyî wê bi afîşekê bimeşe ku li ser wê “Edalet” dinivîsîne.
Di doza ku ji bo “Nûçeya Kamyonên MİTê” ya di Rojnameya Cûmhûriyetê de hatibû weşandin de dadgehê 25 sal cezayê girtîgehê û biryara girtinê dabû Parlamenterê CHPye Enîs Berberoglûyê.
Di vê navberê de Walîtiya Enqereyê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku wan ji bo meşê tedbîrên ewlekariyê standine û tenê hejmareke ku hatiye diyarkirin wê karibin beşdarî meşê bibin.
* Fotoğraf: Murat Kula / Ankara / AA