Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Vekîla Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) û Parlamentera HDPyê ya Stenbolê Pervîn Bûldan, piştî hat girtin û îfadeya wê hat standin, hat berdan.
Bûldanê derbarê sûcdarkirinan de got, “Heke ku ev sûc bin, ez ê dîsa heman sûcan bikim”.
Bûldan duh di saetên êvarê de li Amedê li otela ku lê dima hatibû desteserkirin û paşê ew biribûn Edliyeya Amedê.
Ji ber axavtinên wê yên di 2009ê de li Agiriyê di dema xwepêşandanên piştî hilbijartina şaredariyan û ya di sala 20011ê de li Agiriyê di Newroz û bernameya 8ê Adarê de, Serdozgeriya Komarî ya Agiriyê li ser daxwaza Beşê Têkoşîna Dijterorê ya Agiriyê, derbarê Bûldanê de lêpirsîn dabû destpê kirin. Di vê çarçoveyê de îfadeya Bûldanê bi rêya vîdeokonferansê re hat standin.
“Di encama serdegirtina otelê de hatim desteserkirin”
Li gorî nûçeya dihaberê, Bûldan li ber Edliyeya Amedê ji rojnamegeran re axivî û gt, “Ez ji bo civîna xwe hatim Amedê ku wê du rojan berdewam bike. Di saetên êvarê de polîsan girtin ser otela ku ez lê dimînim û ez hatim desteserkirin”.
Bûldanê li ser daxuyaniya Walîtiya Amedê ya ku digot Bûldan nehatiye desteserkirin jî axivî û wiha diyar kir:
“Ez daxwuyaniya Walîtiya Amedê bi tundî şermezar dikim. Walîtiyê gotiye ku ez nehatime desteserkirin. Ev daxuyanî derew e. Hevalên min li gel min bûn, ez ji hêla polîsan ve hatim desteserkirin û min anîn edliyeyê”.
“Sûcên tê gotin ku min kirine, ya yekê beşdariya 8ê Adarê û axavtina li vir, beşdariya Newrozê û axavtina li vir. Yeka din jî di 2009ê de axavtina li Agiriyê ji bo hilbijartinên şaredariyê. Min ev 3 sûc kirine. Heke ku beşdariya 8ê Adarê sûc be, min ev sûc kiriye û ez ê heman sûcan bikim”.
Çi bibû?
Parlamenterê HDPyê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaşê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ew û Pervîn Bûldanê li gel hev in û polîs Pervîn Bûldanê dibin Edlîyeya Amedê.
Parlamentera HDPyê ya Stenbolê Pervîn Bûldan li Amedê hat desteserkirin.
Parlamenterê HDPyê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaşê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ew û Pervîn Bûldanê li gel hev in û polîs Pervîn Bûldanê dibin Edlîyeya Amedê.
Daxuyaniya HDPyê jî li ser hesabê wan ê Twitterê hat kirin.
Bûldan beriya niha jî di 23ê Kanûna Pêşîn a 2016ê de li Stenbolê li mala xwe hatibû desteserkirin. Heman rojê li Edliyeya Bakirkoyê derxistibûn pêşî dozgeriyê û piştî îfadeyê hatibû berdan. (EKN/FD)