Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Karê Derve ya Komara Tirkiyeyê derbarê referandûma serxwebûnê ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê de daxuyaniyek belav kir ku ragihandibû wê di 25ê Îlona 2017ê de lidar bixe.
Li gorî daxuyaniya ku di malpera fermî ya Wezaretê de hatiye belavkirin, hatiye gotin, “em wisa difikirin ku wê xetayeke gelekî tirsnak derxe holê”.
Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî aşkere kir ku ew ê di 25ê Îlona 2017ê de referandûma serxwebûnê lidar bixin. Biryar di wê civînê de hatibû standin ku Barzanî ligel nûnerên partiyên siyasî yên di Parlamentoya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê de cî digirin re li bajarê Selahadînê yê Hewlêrê kom bibû.
“Me metirsiyên xwe parve kirin”
Di daxuyaniya Wezareta Derve de wiha hatiye gotin:
“Me metirsî û nêrînên xwe yên derbarê referandûma serxwebûnê de bi Hikûmeta Iraqê, RHKI û endamên giregir ên civaka navdewletî re parvekiribûn ku RHKI ev demeke referandûmê plan dike. Di vê çarçoveyê de me destnîşan kiribû ku, wê referandûma di mijara serxwebûnê de, wê di serî de ne li gori berjewendiyên RHKI û yên Iraqê be. Dîsa heman gav, di vê dema ku pêşketinên krîtîk pêk tên de wê encamên neyênî yên bêaramiyê zêde bike.
Wezaretê herwiha bibîr xist ku wan helwesta xwe ya li hemberî biryara Meclîsa Bajêr a Kerkûkê jî di heman çarçoveyê de anîye ziman ku Meclîsê biryar girtibû alên RHKIyê li saziyên fermî bên daliqandin.
“Hevgirtina xaka Iraqê”
“Digel hişyarî û pêşniyarên me yên di vî warî de, em biryara serokatiya RHKIyê ya ku dibêje we di 25ê Îlona 2017ê de referandûmê serxwebûnê lidar bixe jî di çarçoveya ku me li jor diyar kiriye de dinirxînin û em difikirin ku ew ê bibe sedema xetayên me xeternak. Parastina yekîtiya siyasî û hevgirtina xaka Iraqê yek ji prensîbên esasî yên polîtîqaya Tirkiyê ya derbarê Iraqê de ye. Ev prensîb di nava mercên pêşîn ên aramî, ewlekarî, aştî û xweşiya mayinde ên herêmê de ye.” (BK/FD)