Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Plana vekişînê ya Wezîra Berevaniya Almanyayê Ûrsûla von der Leyenê ya derbarê vekişîna leşkerên Almanyayê ji Încîrlîkê, ji hêla Lijneya Wezîran ve hat qebûlkirin.
Leşkerên Almanî bi biryara Meclîsa Federal ve şandibûn Încîrlîkê.
Digel leşker bi biryara Meclîsa Federal ve şandine Încîrlîkê jî, ji ber ku di biryarê de navê baregehê nehatiye nivîsandin, dihate diyarkirin ku biryara dawî ne ji hêla parlamentoyê lê ji hêla hikûmetê ve were standin wê bes be.
Hat diyarkirin ku Raportorê hêzên leşkerê yê Meclîsa Federaliyê Hans-Peter Bartels di daxuyaniya xwe de gotiye, ji ber biryara derbarê Încîrlîkê de bi erkên Parlamentoyê ve girêdayî ne, divê parlamenter jî beşdarî biryarê bibin.
Serokê koma meclîsê ya Partiya Keskan a Almanî Anton Hofteiterî û serokê koma Partiya Çepan Dietmar Bartsch jî destnîşan kirin ku divê biryara dawî ji hêla parlamentoyê ve bê gotin.
Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozmedîrî got, “Li gel wezîfeya li Încîrlîkê qediya divê fînansmana veberhênanên li baregehê yên Almanyayê jî bidawî bibin”.
Urdin alternatîf e
Ji bilî Partiya Çep, partiyên din ên li parlamentoyê dixwazin leşkeran bikişînin Urdinê. Partiya Çep daxwaz dike ku Almanya ji têkoşîna li dijî DAIŞê vekişe.
Raportorê hêzên çekdarî Barteles got, baregeha El Azrak a li Urdinê dibe ku ji bo leşkerên Almanyayê ji Încîrlîkê bixetertir be.
Leşkerên DYAyê jî baregeha hewayî ya li Urdinê bikar tînin.
Yekîneya Almanyayê ya li Încîrlîkê di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de kar dike. Bi balafirên keşfê piştgiriyê dide Koalisyona li dijî DAIŞê.
NATO aşkere kir ku ji ber vê rewşa di navbera Tirkiyeyê û Almanyayê de derketiye xemgîn e.
Wezîra Berevaniya Almanyayê Ûrsûla von der Leyenê du roj berê diyar kiribû ku ji bo leşkerên Almanyayê ji Încîrlîkê ber bi Urdinê ve bişînin, ew amadekariyan dikin.
Çi bibû?
Heyeta ku ji Serokê Komisyona Berevanîyê ya Meclîs a Federal a Almanyayê Wolfgang Hellmich û endamên komisyonê pêk tê, ji bo zanyariyên derbarê rewşa têkoşîna li dijî DAIŞê bistînin û çavdêriya rewşa leşkerên Almanyayê bikin demek berê ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz kiribûn ku serdana Baregeha Încîrlîkê bikin.
Dihate payîn ku serdan 16ê Gulanê pêk bihata.
Tirkiyeyê daxwaza sêrdana Încîrlîkê ya parlamenterên endamên Komisyona Berevaniyê ya Meclîsa Federal a Almanyayê qebûl nekiribû. (YY/FD)
Çavkanî: Deutsche Welle Tirkiye, DHA, AA