Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyip Erdoganî, li Kulliyeya Serokomariyê di 38emîn Civîna bi Muxtaran de bi muxtaran re civiya.
Erdoganî derbarê rojevê de nirxandin kir û destnîşan kir ku wê li tevahiya sînorê Sûriyeyê dîwar bê lêkirin û piştî wê li sînorê Iraqê jî bi heman awayî dîwar bê lêkirin û got ku “Em ê li ser sînorê Îranê jî li ciyên hewce vî tiştî pêk bînin”.
BIXWÎNE - TOKI dê li ser hemîya sînorê digel Sûriyeyê dîwarekê çêbike
Serokatiya Rêveberiya Avahiyên Komî (TOKİ) wê lêkirina dîwarê ku 200 kîlometreya wê temam bûye berdewam bike. Dema ku dîwar temam bibe wê li ser sînorê 911 kîlometroyî yê Sûriyeyê dîwar hatibe hûnandin.
Wê têla bi cilêt deynin li ser dîwerê ji betonê yê ku 3 metreyan bilind e.
Erdoganî her wiha got ku ew ê van dîwaran bi kelûpelan bi arêsînin û ew ê nehêlin ji bilî welatiyên asayî kesekên din bikevin nava Tirkiyeyê.
Piştî Çîn û Îsraîlê yê sêyemîn e
Dema dîwarê li ser sînorê Sûriyeyê biqede wê piştî Sedda Çînê ya 2 hezar û 500 kîlometreyî û dîwarê li ser sînorê Îsraîl û Filîstînê ya hezar û 120 kîlometreyî wê bibe dîwarê herî mezin ê sêyemîn.
Di navbera DYAyê û Meskîkayê de dîwarê 455 kîlometreyî heye. Yek ji wedên Serokdewletê DYAyê Donald Trûmpî yê dema namzetê serokatiyê bû ew bû ku li ser hemû sînorî dîwar ava bike.
Dîwarê herî mezên ê pêncemîn jî li ser sînorê di navbera Koreya Başûr û Koreya Bakûr de ye û 248 kîlometreyê. (AS/FD)