Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaşî li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê resmê xwe yê duyemîn xêz kir û bi raya giştî re parve kir.
Di resmê Demîrtaşî de zarokek tê dîtin ku di nava deriyekî şîn de li derekê dinêre.
Demîrtaş ê ku ji 4ê Kanûna Pêşîn a 2016ê û vir ve girti ye beriya niha jî li girtîgehê resmê hespekê xêz kiribû û çîroka bi navê “Ecîna Helebê” û helbesta bi navê “Tu jî keştiyan bişewitînî” nivîsandibû û bi raya giştî re parve kiribû.
Derbarê Demîrtaşî de Serdozgeriya Komarî ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna derbarê wî de heta 142 salan cezayê girtîgehê dixwazi. Demîrtaş piştî ku hat girtin bi 10 meh û 2 rojan wê li 19emîn Cezayê Giran a Enqereyê derkeve pêşberî Dadgehê. (BK/FD)