ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
MGKyê piştî civîna li Kuliyeya Serokamariyê daxuyaniyek nivîskî belav kir û biryara çekdayina YPGyê ya DYAyê hat rexnekirin.
BIXWÎNE - Pentagon: Alîkariya çekan ji bo YPGyê destpê kir
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku li ser “tedbîrên di çarçoveya hiqûqê de yên li hemberî rêxistinên weke FETO/PDY, PKK/PYD-YPG û DAIŞê yên ji bo ewlekariya milî ya Tirkiyeyê xetere ne û têkoşîna bi biryardarî li nava welêt û ji derveyî welêt ya ji bo bidawînîna terorê” sekinîne.
YPG, Sûriye û Iraq
“Pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û Iraqê, têkoşîna dijterorê jî di nav de, bi hêlên wê yên siyasî û leşkerî gelek berfireh hat nirxandin.
“Ew biryardarî ya di mijara berterafkirina tehdîtên ku wê berê xwe bidin Tirkiyê careke din hate nîşandan.
“Hatiye destnîşankirin ku polîtîkaya piştgiriyê ya ji bo rêxistina terorê PKK/PYD-YPGyê ya di bin navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de kar dikin ku bêyî bendewariyên Tirkiyeyê berbiçav bigirin pêk tên, ne li gori hevbendiyê ye”. (AS/FD)