Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Lijneya Rêveberiya Biryardayinê ya Navendî (LRBN) ya AKPê bi beşdariya Tayyîp Erdogan civîna xwe ya pêşî lidar xist ku piştî guhertina destûrî di 21ê Gulana 2017an de Erdogan dîsa bibû Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP).
Di civînê de Lijneya Birêveberiya Navendî (LBN) ya nû hat diyarkirin. Di lîsteya ku ji 15 kesan pêk tê de 12 mêr, 3 jin hene.
Mahîr Unal him Berdevkê Partiyê û him jî Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê Çapemeniyê ye.
Li gorî vê rewşê navên ku ketin nava LBN a nû ev in:
Wekîlê Serokê Giştî: Bînalî Yildirim
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê ji Karên Siyasî û Hiqûqî: Hayatî Yazici
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê ji Rêxistinê: Mûstafa Ataş
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê ji Karên Hilbijartinê: Ahmet Sorgûn
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê ji Medya û Danasînê: Mahîr Unal
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê ji Karên Derve: Mehmet Mehdî Eker
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê ji Polîtîkayên Civakî: Oznur Çalik
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê ji Rêveberiyên Herêmî: Erol Kaya
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê ji Ekonomiyê: Cevdet Yilmaz
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê ji Têkiliya Gel û Civaka Sivîl: Fatîh Şahîn
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê Ji Mafên Mirovan: Ravza Kavakçi Kan
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê ji Karên Rêveberî û Darayî: Vedat Demîroz
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê ji Bajar, Jîngeh û Çandê: Çîgdem Karaaslan
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê ji Geşepêdan: Hamza Dag
Sekreterê Giştî: Abdulhamît Gul
Berdevkê Partiyê: Mahîr Unal (EKN/FD)