Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serdana ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya siyasetmedar Mûstafa Avci yê ku di doza KCKyê ya Stenbolê de hat darizandin îro bi encam bû.
DMMEyê biryar girt ku xala 5. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ya derbarê “mafê azadî û ewlekariyê” de hatiye binpêkirin.
Avci diyar kiribû ku ew ji ber xebatên xwe yên siyasî demeke dirêj girtî maye û serî li DMMEyê dabû.
Rêveberê BDPyê û KESKyê bû
Avci yê Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Stenbolê yê wê demê û Sekreterê Giştî yê kevn ê Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK) bû, di çarçoveya lêpirsîna KCK ya Stenbolê de di 30ê Cotmeha 2011ê de hat desteserkirin û ji hêla dadgehê ve hat girtin.
Îdianame ya ku derbarê 193 kesên li Stenbolê hatibûn desteserkirin de di bin navê KCKyê di 19ê Adara 2012ê hat amadekirin û 2 hezar û 401 rûpel bû.
Avci di îdianameyê de di çarçoveya xala 314/1 ya Yaseya Ceza ya Tirkan û xala 5. ya Yaseya Têkoşîna Dijterorê de bi “rêveberiya KCKyê” ve hat sûcdarkirin û 15 sal cezayê girtîgehê ji bo wî hat xwestin.
Mûstafa Avci di 24ê Nûsana 2014ê de bi biryara 3yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat berdan.
Dadgeha Destûra Bingehîn bersiv neda
Doz biştî ku Dadgeha Bilind biryar xera kir hîna li 3yemîn Dadgeha Cezayê Giran berdewam dike. Daneşîna li pêş wê di 16ê Hezîrana 2017ê de lidar bikeve.
Dadgeha Destûra Bingehîn hîna bersiva serdana şexsî ya Avci ya di 5ê Sibata 2014ê de derbarê binpêkirina mafên azadî û ewlekariyê û girtîtiya dirêj de kiriye nedaye.
Mûstafa Avci jî derbarê girtîtiya 3 salan, bi tunebûna mekanîzmayên tanzîm û îtiraza bibandor serî li DMMEyê dabû.(AS/FD)