Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsên parastina Serokomar Erdoganî ji ber ku di dema serdana Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) de êrîş biribûn ser xwepêşanderan rastî berteka hatin.
BIXWÎNE – POLÎSÊN PARASTINA ERDOGANÎ LI AMERÎKAYÊ ÊRÎŞÎ XWENÎŞANDERAN KIRIN
Komîteya Karên Derve ya Kongreya DYAyê, Wezareta Karê Derve ya Dyayê, Şaredar û rêxistina polîsan a Washîngton DCyê û, Senatorê Komarparêz John McCaîn û rêvberê Atlantîc Coûncilê Fred Kempeyî polîsên parastina Erdoganê şermezar kirin.
Berê alîgirên Erdoganî paşê jî polîsên parastina Serokomarê Tirkiyeyê êrîş biribûn ser xwepêşanderên ku Erdogan protesto dikirin. Di bûyera roja derbasbûyî de polîsên parastinê bi pehînan li çalakvanan dabûn. Di encamê de 11 kes birîndar bibûn û birîndar rakiribûn nexweşxaneyê. Du kes jî hatibûn desteserkirin.
Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê şermezar kir
Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek nivîskî belav kir û got, “Tundûtujiya li hemberî azadiay xweîfadekirinê teqez ne bersiveke”.
Li gorî nûçeya Fox Newsê di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wan endîşeyên xwe yên di vê mijarê de ragihandine hikûmetaTirkiyeyê.
This is the United States of America. We do not do this here. There is no excuse for this kind of thuggish behavior. https://t.co/WsIln8gOX5
— John McCain (@SenJohnMcCain) 17 Mayıs 2017
Senatorê Komarparêz John McCaînî jî derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsand û got, “Ev der Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Em li vir vî tiştî nakin. Ti hinceta van tevgerên zordestî nînin”.
Kongreyê ji bo Wezîrên Dadê û Karê Derve name şandin
Serokatiya Komîteya Karên Derve ya Kongreya DYAyê nivîs ji Wezareta Dadê ya DYAyê re şand û xwest ku beriya polîsên parastinê ji DYAyê derkevin bila mueyideyên cezayî li hemberî wan bê bikar anîn.
Parêzbendiya dîplomatîk a polîsên parastinê heye
Li gorî nûçeya Cansû Çamlibel a ji rojnameya Hurriyetê, li gorî yaseyên DYAyê polîsên parastinê yên serokên ku serdana welêt dikin xwedî parêzbendiya dîplomatîk in.
Lê heke bê tespîtkirin ku ketine nava karûbarên jiderveyî wezîfeyê Wezareta Karên Derve ya DYAyê dikare parêzbendiya wan rake.
Kesên ku parêzbendiya wan bikeve nikarin careke din ji bo parastinê biçin DYAyê, heke ku ji bo geşta taybet biçin jî dibe derbarê wan de doz bê vekirin.
Berê jî êrîş kiribûn
Polîsên parastina Erdoganî di Sibata 2016ê de li Ekvatorê jî êrîşî xwepêşanderan kiribûn. Herwiha dîsa li DYAyê di 29ê Adara 2016ê de jî bi “qîrînê” xwestibûn ku dengên xwepêşandana bitepisînin. (AS/FD)