Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî (NY) yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mistûra beriya destpêkirina hevdîtinên Cenêvê daxuyaniyek da û biryara herêmên bêşer a li Astanayê hatibû standin nirxand.
Nûnerê Taybet ê NYyê diyar kir ku dibe ev biryar ji bo çareseriya aştiyane tevkariyê di avakirina şertên hewce de bike.
Staffan de Mistûra herwiha got, dibe ku herêmên ewle ji bo çareseriya aştiyane tevkariyê di avakirina şertên hewce de bike, lê divê rê li ber parçekirina Sûriyê veneke.
Careke din hevdîtinên Cenêvê destpê dikin
Tûra 6ê ya hevdîtinên aşti yên Sûriyeyê li Cenêvê îro destpê dikin.
Di civînên ku di bin çavdêriya NYyê de lidar dikevin de rêveberiya Sûriyeyê û nûnerên muxalif rasterast nayên ba hev, lê bi navbeynkariya Staffan de Mistûra re hevdîtinan dikin.
Cenêv û Astana
5emîn hevdîtinên Cenêvê di navbera 22ê Adarê û 1ê Nîsana 201ê de çêbibû. (YY/FD)
Çavkanî: Deutsche Welle Tirkiye