Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji bo parlamentera HDPê ya Amedê Nursel Aydogan careke din biryara girtinê hat dayin.
Aydogan di 4ê Mijdara 2016an de hatibû girtin û di 21ê Nîsana 2017an de li daneşîna 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû berdan. Abdulkadir Guleç, parêzerê Aydogan ji bianetê re axkere kir ku ew ê li hemberî biryara girtinê îtîraz bikin û pêvajo bi van gotinan derbirî:
“Dozgerê 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îtiraza xwe li hemberî biryarê nîşan da. Dozger piştî ku biryar bir 5emîn Dadgeha Cezayê Giran dadgehê di 28ê Nîsanê saet 17.00ê de derbarê Aydogan de biryara girtinê da. Betlaneyên fermî ketin navberê.
“Niha weke prosedur Nursel Xanim wê dîsa derkeve pêşberî dadgeha erkdar. Di vir de Dadweriya Ceza ya Sulh erkdar e.
“Ê me jî mafê me heye ku em îtiraza xwe bibin 6emîn Dadgeha Cezayê Giran. Heke ku encam neguhere em ê mafê xwe yê îtirazê bikar bînin. “
Bi şertê kontrola edlî hatibû berdan
Aydogan di dozeke din de bi sûcdariya “her çiqas ku ne endama rêxistinê be jî li ser navê rêxistinê sûcan bike” 4 sal 8 meh û 7 roj ceza wergirtibû û ev cezayê wê di 23ê Adara 2017an de ji hêla Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Dîlokê (îstinaf) hatibû erêkirin.
EV biryara derbarê Aydogan de hîna nehatiye pêk anîn. Ji bo pêkanîna cezayên derbarê parlamenteran de divê ceza li Meclîsa Tirkiyê bê ragihandin.
BIXWÎNE – KRONOLOJIYA GIRTIN Û DESTESERKIRINA PARLAMENTERÊN HDPÊ
Niha 11 parlamenterên HDPê di girtîgehê de ne.
Derbarê Nûrsel Aydogan de
17ê Mijdara 1958an de li Yenîşehîr a Bûrsayê jidayik bûye. Fakulteya Endezyariya Zad ya Zanîngeha Hacettepeyê qedandiye.
Di Sendîkaya Xebatkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê Tum Saglik-Sen û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tunduristiyê yên bi Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK) ve girêdayî de rêveberî kiriye. Demekê Serokatiya Giştî ya Federasyon û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan kiriye.
Endama Avaker a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e ku partî di 2005an de hatibû avakirin û li ser doza girtinê a Dadgeha Bilind partiyê di 2011ê de biryara fesixkirina xwe standibû.
Di dema 24emîn de weke parlamentera Amedê kete parlamentoyê.
Di asta navîn de Ingilîzceyê dizane û dayika zarokekê ye. (ÇT/FD)