Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş li Koşka Çankayayê di dema civîna Lijneya Wezîran a di bin serokatiya Serokwezîr Binali Yildirim de derket pêşberî çapemeniyê û hin daxuyanî dan.
Kurtulmuş got ku piştî referandûmê Serokomar Recep Tayyip Erdogan îro wê bibe endamê AKPê û di kongreya awarte ya 21ê Gulanê de jî wê bibe serokê giştî.
Yaseyên ahengê
Kurtulmuş diyar kir ku Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di 27ê Nîsanê de encamên teqez ên referandûmê aşkere kir û got ku ji bo sîstema birêveberiya nû ew ê gavan derbarê yaseyên ahengê de bavêjin.
Îdiayên derbarê revizyona lijneya wezîran de
Kurtulmuş li ser pirsa, beriya Lijneya Wezîran Serokwezîr Yildirim mazûbantî li endamên lijneyê wezîran û hevjînên wan kiriye û ev di kûlîsan de bi awayekî cuda hatiye nirxandin, gelo dibe ev mazûbantî weke nîşaneya revizyona derbarê lijneya wezîran de bê nirxandin an na de ev bersiv da:
“Na em nikarin binirxînin. Birêz Serokwezîrê me ne cara ewilîn e ku mazûbantiyê tevlî jinên wan li wezîran dike. Beriya niha jî bi gelek munasebetan gelek caran em tevlî hevjînên xwe hatin gel hev.
“Di dema ku rewşên hewcedar ên siyasetê derketin holê de, wê revizyona Lijneya Wezîran were rojevê lê îro revizyoneke bi vî awayî nîne.”
Operasyonên li Sûriyê û Iraqê
Kurtulmuş pirsên derbarê pêşketinên operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) yên li Qereçox û Şengalê de wiha axivî:
“Tirkiye ‘bê sebep, tenê ji bo kirina operasyoneke li wir’ van operasyonan nake. Operasyona Mertalê Firatê û herî dawî li herêmên bakurê Sûriyê û Iraqê, operasyonên li hemberî çeperên PKKê gavên wisa ne ku, him ji bo parastina ewlekariya sînorê Tirkiyeyê, him jî ji bo ji holê rakirina tehdîtên rêxistinên terorê yên ji wir ber bi Tirkiyeyê ve werin û ji bo ewlekariya netewî bê dabînkirin in. (AS/FD)
* Fotograf: Ahmet Bolat, Ankara / AA