Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berpirsiyarîya Giştî ya Emniyetê da zanîn ku 9 hezar û 103 polîsên têkiliya wan bi “FETO/PDY”yê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) re hene ji karê wan hatine bidûrxistin.
Berpirsiyarîya Giştî ya Emniyetê, li ser malpera xwe ya fermî li ser mijarê daxuyanîyek da. Li gor daxuyaniyê ew kesên hatîn ji kar dûrxistin ew kes in ku di Xala 2. a Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 667ê hatiye eşkerekirin. Li gor wê xalê têkiliya wan kesan bi hin rêxistinan re hene ku ew ji ewlehiya neteweyî tehdît in.
Di Berpirsiyarîya Giştî ya Emniyetê de 273 hezar û 846 karmend hene
Piştî Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê Berpirsiyarîya Giştî ya Emniyetê 12 hezar û 801 polîs ji karî avêtibûn. 2 hezar û 523 ji wan polîsan fermandar bûne.
Li gor rapora emniyetê ya 2017ê di Berpirsiyarîya Giştî ya Emniyetê de 273 hezar û 846 karmend hene.(AS/MB)