Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîîzî bitikîne
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Nihat Akdogan hat berdan.
Akdogan ji 7ê Mijdara 2016an û vir ve girtî bû. Akdogan di daneşîna pêşîn a dozê ya li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de bi şertê kontrola edlî ya bi qedexeya derketina derve re hat berdan. Bi biryara berdana Akdogan re hejmara parlamenterên girtî daket 11yan.
Li gorî nûçeya Felat Bozarslan ê Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) û nûçeya dihaberê Akdogan bi sûcên “pesindayina sûc û sûcdaran”, “Birêxistinkirin, birêvebirin û beşdariya civîn û meşên ji derveyî yaseyê”, “endamtiya rêxistinê” û “kirina propagandeya rêxistinê” dihat sûcdarkirin. Dozgerê Komarî yê Colemêrgê Serkan Ozden ku gelek fezlekeyên derbarê Akdogan de amade kir di çarçoveya lêpirsîna “FETO/PDY”yê de di meha tîrmehê de hatibû desteserkirin û ji erkê hatibû avêtin. Doza li Akdogan hatibû vekirin bi hinceta “ewlekariyê” ji Colemêrgê şandibûn Amedê.
Akdogan di daneşîna dozê de axivî û got ku doza ew tê darizandin “dozeke siyasî” ye û wiha berdewam kir, “Ji bo rastiya ku piştî 7ê Hezîranê derketiye holê neyê qebûlkirin operasyon li HDPê hatiye kirin”.
Piştî parastina Akdogan Dozgerê Komarî axivî û xwest ku Akdogan girtî bimîne. Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê biryara xwe da û got ku ji ber şika revê li ser wî tine ew biryara berdana Nihat Akdogan didin. Derbarê Akdogan de biryara bi şert a kontrola edlî hat standin ku wê nikaribi derkeve ji derveyî Tirkiyê. Herwiha di daneşînê de dadwerekî endamê heyeta dadgehê li hemberî biryara berdanê derket, ji ber wê jî biryar ne bi hevgirtina dengan lê bi piraniya dengan hat standin. (BK/FD)
* Di ve nûçeyê me agahî ji nûçeyên DHA û dihaberê girtin.