Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di tûra yekem de, serokê partiya En Marcheyê(Meş) Emmanuel Macron û seroka Partiya Çepera Neteweyî, Martine Le Pen bi ser ketin.
Emmanuel Macronî ji sedî 23,86ê dengan standine. Martine Le Penê ji sedî 21,43yê dengan standine.
Di hilbijartina Fransayê de du tûr hene. Divê partiyên bimînin tûra duyem ji sedî 50yê dengan standibin. Li Fransayê tê gotin ku hilbijartina pêşiyê bi “dilî” hilbijartina duyem bi “hiş/aqilî” tê kirin.
11 berbijarên serokkomariyê hebûn. Du berbijar bi ser ketin.
Berbijara/ê biserkeftî dê di 14ê Gulanê de li şûna serokkomarê niho François Hollandeyê bibe serokkomar. (NV/MB)